Neyekîtiya Kurdan bandoreke neyînî li Kerkûkê kiriye
Pêkneanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û parçebûna aliyên Kurdî li Bexdayê, bandoreke rasterast û xerab li ser pirsên neteweyî û paşeroja welatiyên Kurd li Kerkûkê û tevaya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê kiriye. Ev valahiya siyasî, pêgeha Kurdan li van deveran lawaztir dike.