Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) derheqê siyasetên li dijî xelkên Şengalê û hewldanên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û berxwedana Êzidiyên li Şengalê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Yekîtiya Jinên Êzidî fikarên xwe li beramber siyasetên sîstematîk ên li dijî kur û keçên civaka Êzidî têne meşandin, anîn ziman.
Yekîtiyê bal kişand ser fermana hovane ya 2014'an a li ser Şengalê ku niha jî dixwazin heman sînaryoyê dubare bikin.
Li gorî daxuyaniyê hewldanên bêçekirina Êzidiyan gefeke rasterast a li ser ewlehî û aramiya herêmê ye.
YJÊR ragihand ku siyasetên di çarçoveya planên Tirkiyê de tên meşandin, ji bo armancgirtina Şengalê ye.
YJÊR destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide îradeya Êzidî qels bike û modela wê ya rêxistinî xera bike.
YJÊR: Divê civaka navneteweyî berpirsiyartiyên xwe li hemberî Şengalê bi cîh bîne
Yekîtiya Jinên Êzidî di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang û daxwaz ragihand:
"Em tevahî şêweyên dûrxistina Êzidiyan a siyasî li Îraqê red dikin.
Em daxwaza misogerkirina nûnertiya wan a rasteqîn di saziyên dewletê û biryargirtinê de dikin.
Her hewildaneke ji bo bêçekkirina Êzidiyan jî red dikin.
Divê Hikûmeta Îraqê berpirsyariya parastina Êzidiyan û nehiştina dubarekirina fermana 2014’an bigire ser xwe.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsiyartiyên xwe li hemberî gefên li ser Şengalê diqewime, bicîh bînin.
Jinên Êzidî di fermanê de bedelên herî mezin dan û em qebûl nakin ku sînaryo bi awayên siyasî yan leşkerî yên nû werin dubarekirin.
Ewlehî û aramiya Şengalê bi rêzgirtina îradeya gelê wê û mafê wan ê parastina xweser ve girêdayî ye."