Di dema êrîşîn Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de 5 endamên Heyv a sor a Kurd hatin revandin her wiha agahî ji wan nayê wergirtin.
Ji 5 endamên Heyva Sor agahî nayê wergirtin
Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê derxistine û got; "Hîna peywendî berdewam in, ger agahiyên rast ên li ser birîndarên din hebin, werin derxistin."
Di encama bombabarana Îsraîlê de li bajarê Xan Yunus, karmendek ji Heyva Sor hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.