Komîna Fîlman a Rojava sînemager û derhêner şehîd Xelîl Dag bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
Komînê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Sînema ne tenê zimanê vegotina rastiyê ye, carinan jî rastî bi xwe ye.
Îro hevdehemîn salvegera şehadeta Xelîl Dag e ku di wexta herî germ a şer de jî ruhê berhemanîna huner û sînemayê di nava me de geş kir û di bîra gelê Kurd û sînemageran de cihekî dîrokî girt.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wî ne tenê çîrokên xwe digotin; bi karakterên ku di çîrokên xwe de behsa wan dikir re jiya, bi wan re li ber xwe da, bi wan re li heman rêyan meşiya û bi wan re li ser heman xetê şer kir. Dîmena wî ne tenê li ser pevçûnan, li ser jiyana rojane ya gerîla, hevaltî, ken û xeyalên wan radiwestiya…
Bêrîtan, Firmeskên Awazê, Dema Jin Hez Bike, Eyne Bejnê, Tîrej…
Fîlmên Xelîl Dag bi qasî çiyayên Kurdistanê xwezayî bûn. Fîlmên wî ji dekorên xemilandî, diyalogên çêkirî û lehengên xeyalî dûr bûn. Berhemên ne di navbera çîrok û rastiyê de, rasterast di rastiyê de bûn. Wî jiyana li çiya û mirovên di şer de bi temaşevanan re bi objektîfa kameraya xwe anîn cem hev. Ji ber wan sedeman bi gelê xwe re têkiliyeke xwezayî û samîmî ava kiribû.
Ji bo wî sînema jî îfadeya hebûnê bû. Jiyan û şerê gerîlayên azadiyê ku ji bo hebûnê tê dikoşiyan, berê wî da hunera sînemayê û bi kameraya xwe wêneyên herî binirx û bedew û dîmenên herî xweş pêşkêşî gelê xwe kirin. Di berhemên xwe de jinên ku bi têkoşînê azad dibûn û dinya xweştir dikir, kirin navenda çîrokên xwe û cihê herî xweş di çarçoveyê de ji wan re veqetand… Bi vî awayî bû deng û rengê azadiyê û yek ji çiyayên herî biheybet ê welatê xwe.
Xelîl Dag destnîşan dikir ku divê sînemagerên Kurd berê xwe bidin çiyayan. Ji ber ku çiyayên Kurdistanê di heman demên de nasname, kelehên azadî û berxwedanê bûn ku gelê Kurd xwe li ber wan dida. Çiyayên me di heman demê de keleha hunera me ne jî. Li gel rastiya ku di kameraya wî re belav dibû, gelek sînemageran kamerayên xwe ber bi azadiyê ve vegerand.
Wî ji me re got divê em di nava şer de, di şert û mercên dijwar de jî dev ji sînemayê bernedin û kêmasiyên teknolojîk û îmkanên kêm ji bo afirîneriyê nebin sedema devjêberdanê, ew bibe sedema afirîneriyê… Sînemaya wî sînemaya azadiyê bû û ya yên ku ji bo azadyê berdêlan didin. Têgihîştina wî ya sînemayê û berhemên wî wek ronahiyekê rêya me ronî dikin. Parastina bîranîna wî tê wateya parastina azadî û sînemayê. Heya hunermend û sînemagerên ku azadî û sînemayê diparêzin hebin, Xelîl Dag dê bibe ronahiya ku rê û kameraya me ronî dike.
Li ser wî esasî wek Komîna Fîlman a Rojava em Xelîl Dag ku di xeta sînemaya azad de pêşengiya me dike, bi bîr tînin.”