Pira Dûlab Iwês ji sedî 90 hatiye sererastkirin

Serokê komîteya çavdêriya projeyê endazyar Ehmed Ebdurehîm da zanîn ku dirêjahiya pirê 41 metre û firehiya wê 8 metre û bilindahiya wê jî 5 metre ye.

reset font size increase font size

Pira Dûlab Iwês a li bajarê Hesekê zivistana par ji ber barana zêde û lehiya çemê Xabûrê hilweşiyabû. Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navîna Îlona îsal de xebatên sererastkirina pirê dabûn destpêkirin. Berpirsên sererastkirina pirê hewl didin pireke nû çêkin.

 

Serokê komîteya çavdêriya projeyê endazyar Ehmed Ebdurehîm da zanîn ku dirêjahiya pirê 41 metre û firehiya wê 8 metre û bilindahiya wê jî 5 metre ye.

 

Pira Dûlab Iwês taxên başûrê bajarê Hesekê bi taxên bakurê bajêr ve girê dide û qerebalixa trafîkê ya li ser Pira El Beyrûtî ya li taxa Xiwêran sivik dike.

 

Ebdurehîm diyar kir ku sererastkirina pirê ji sedî 90 bi dawî bûye û li gorî plansaziya xwe didome.

 

Li gorî Ehmed Ebdurehîm sererastkirina pirê dê di demeke nêz de bi dawî bibe.

Related Posts

About Us

test footer content

Contact

Social Media

© 2025 – Nuce 24