Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re, bi taybetî Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) re, hunermendan bi hunera xwe banga parastina welat û nirxên jiyana hevbeş kir.
Hunermendên Kurd ku bi gelek stranan banga yekitiyê û parastina destekftiyan kir.
Hunermend Hacî Mûsa der barê girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdî de got: "Em di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin. Ji me tê xwestin em hevgirtî bin û yekitiya xwe ava bikin da ku bikarin destkeftiyên ku me bi dest xistine, mîsoger bikin."
Hacî Mûsa diyar kir ku hunermend neynika civakê ne, ji erka wan e daxwaza yekitiyê ya civaka kurdî ragihînin.
Hunermend Rewşen Îbrahîm jî destnîşan kir kir ku hunermend di civakê de xwedî rol in, divê zextê li aliyên siyasî bikin da ku yekitiyê çêkin.