Hunermendên ji Helebê klîbeke nû çêdikin

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê bi beşdariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan klîbeke nû li ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û parastina welat çêdikin.

reset font size increase font size

Tevgera Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn klîbekê bi navê "Welat" çêdikin. Strana klîbê ji aliyê hunermend Baran Dilbihar ve hatiye nivîsandin.

 

Di klîbê de hunermrendên Koma Agirî ya girêdayî Navenda Horo, Hîlala Zêrîn û Koma Dîlanan cihê xwe digirin û dîmenên wê li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kişandin.

 

Hunermend Niyazî Seydo ku cihê xwe di klîbê de digire, got: "Em di vê pêvajoyê de têkoşînê dikin. Ev têkoşîn dê çarenûsa me diyar bike. Li ser vê yekê me biryar da ku bi vê berhemê banga hevgirtinê bikin.”

 

Niyazî Seydo diyar kir ku armanca wan ji berhema "Welato" bilindkirina moralê gel e û wiha domand: "Em dixwazin moralê gelê xwe bilind bikin, bînin bîra wî ku welat ji her tişî buhatir e û di oxira wî de can û berdêlên giran tên dayîn. Çawa şervan bi çeka xwe li eniyan şer dikin, divê hunermend jî bi hunera xwe fikra parastina welat ragihînin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24