Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixemînlînin” pêşangehek ji 55 tabloyên şewekaran pêk tên li Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekir.
Tevî endam û reveberên Rêveberiya Xweser, Desteya Çandê, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, şêwekar û gelek kes beşdarî pêşangehê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîgira hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Mariya Aho axivî.
Mariya Aho pêşangeh pîroz kir û diyar kir ku ew bi hevdîtina hunermendên şêwakariyê ku "îfadeya çemê hezkirin, bedewî û jiyanê ne" kêfxweş bûne.
Mariya Aho di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em dixwazin li hemû herêman vê daweta xweşik, daweta feq û rengan li dar bixin, ji ber ku ew balyozên huner û afirîneriyê ne, balyozên evîn û aştiyê ne û nûnertiya dilê civakê dikin. Ew mirovên afirîner in û ji ber cidiyeta xwe ya li ser dayînê ji aliyê her kesî ve tên ecibandin. Ji bo pêşvebirinê berpirsyariyeke mezin a dîrokî hildigirin ser milê xwe. Lewma em ji hunermedên şêwekariyê re serkeftinê dixwazin.”
Endamê Komîteya Amadekar a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef jî piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, pêşangeh li beşdaran pîroz kir.
Ebdulmecîd Xelef di axaftina xwe de qala xebatên komîteya amadekar kir û da zanîn ku ji bo tevlîbûna pêşangehê gelek şêwekaran hunerên xwe pêşkêş kirin û diyar kir ku komîteya nirxandinê ji wan talbo û daxwaziyan 55 tablo bijartine.
Xelef di berdewamiya axaftina destnîşan kir ku bi armanca bi awayekî xweşik pêşangehê bicîh bikin, hemû şêwekaran li hev kom bikin û got: “Ji ber ku şêwekarî hemû gelan li hev kom dike, an ku nasnameya civaka xwe dighîjêne hemû cîhanê.”
Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku ew li ser axa Mezopotamya deyndarê hunermendên şêwekariyê ne, lewma di dîrokê de wexta ku hîna nivîs nebû şêwekaran bi şêweyên ku neqişandibûn, wan bi rêya şêwekaran civaka xwe û xaka xwe nas kiriye.
Ebdulmecîd Xelef di dawiya axaftina xwe de îşaret bi ernigariya Mezopotamya kir û got: “Nameyên pîroz ku ji vê xakê derketin, ji wan ku gelek şaristanî hatin avakirin hemû bi rêya şêwekariyê pêk hatine. Naxwe heya roja îro jî em ji şêweyên ku di şikeftan de, di kelehan de li ser dîwaran hatine ne qişandin jî bi çavên xwe dibînin.”
Piştî axaftinan kurdeleya pêşangehê hat vekirin, hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina pêşangehê kirin.
Pêşangeh wê 3 rojan vekirî bimîne û her roj di navbera saetên 10.00-14.00 û 16.00-20.00’an de ji hunerhezan re vekirî be.
(bm/bb)